1. Leyla

Şêr şêr e, mêr e yan jin e
Nîşan bi destê Leyla min e
Pola ye dil, wek hesin e
Leyla kî ye, Leyla çi ye, Leyla min e

Leyla keça Mîd û Med e
Canê xwe da di ber me de
Bijîn heçî ku can jî da
Xweş bin ji ter jar û geda

Divêm li pey te bêm ez jî
Çibkim bi vê jîna rijî
Xwînê nerijî nabijî
Leyla bijî Leyla bijî
Listen

2. Dilbera Qeşeng

Dîlbera qeseng terhîn û ciwan
Li serî zerzeng di dest de piyan
Pêskêsî min kir, mayî ji lêvan
Bi vexwarin da kirim netiwan
Pênûs kisabû birhên kevanî
Çavê sîn neqsîn rengên çîmanî
Lêvên roj û dirûv his û giyanî
Hilkir hilkisa ji las deranî
Dîlbera nazdar tak ji rihana
Buharên rengîn mihên gulana
Giyanên kovî dan ser zindana
Hilkir hilkisa xist nav însana
Listen

3. Behra Wanê

Behra wanê behra wanê
Nav u dengê kurdistanê
Rengek delal li ser te ye
Ji wan rengan em di nalin
Bi çavan te daye min mizgîm
Te li min can û ceger kir xwîn
Alîk sîpan alîk tetwan
Alîk zîve alîk zêre
Listen

4. Maçek

Maçekê tu bi min bidî
Hey tu dosta min
Derdê dilêm derman dikî
Hey tu gula min
Çi bikim ji gul gul sebir gul
Heyran gul qurban gul
Gul sula min sêrîna min
Delala min
Sed kol di dil de kirin
Hey tu dosta min
Can û ceger tev xwîn kirin
Hey tu gula min
Listen

5. Girîyanim Bese

Em ji xew rabûn welatim
Ez bi qurbanim bese
Tev de rabûn rojhilatim
Sebir û samanim bese
Omrê min çû tev di vê rê
Roj û sev nal û girî
Das û çakuç wa me hildan
Qîr û giriyanim bese
Ev dema serbestiye
Bindestî îdî çû nema
Sad u dilxwes u bilind bim
Heps û zîndanim bese
Em hemî dost û bira bin
Da bibî bax u bihist
Min ji nêv baxê cîhanê
Bax û bistanim bese
Listen

6. Hey Dilberê

Li baxê min bû zivistan
Hey dîlberê dêm gulîstan
Çilmisî gul bax û bistan
Wêran ezim malêm xirab

Hey dîlberê qey menale
Feqiyê tayran êdî kale
Nexwe?eki pir bê hale

Tu him gulî him rihanî
Tu him derdî him dermanî
Him hekîmî him loqmanî
Wêran ezim malêm xirab

Sîpan ji navê tere tenê
Xaliq ji xala gerdanê
Te dîn kirim berdam dinê
Wêran ezim malêm xirab

Hey dilberê da tu zanî
Kulîlik vebûn çiya u banî
Bilbil pirs kir feqî kanî
Wêran ez malêm xirab
Listen

7. Zemano

Ev çi rîse ev çi sas e
Ya me berda, ya bi teras e
Ev çiya perdaye pas e
Hoy zemano lo zemano!
Hoy bê bexto lo zemano!
Ez biçûkim nû ciwan im
Pir bi van êsan nizan im
Le ji wan ez dil giran im
Wer me bêje ez siyarim
Wek bi zotim pêt u arim
Ez di vî warî li karim
Listen

8. Li min lê lê

Heval ez bilûrvan im
Dengê saza hozan im
Iro li wê ez dilgiran im
De lê de lê…
Nakin dengê saza min
Guh nadin awaza min
Hûn nizanim doza min
De lê de lê…
Sivik çu bihara min
Zer bûn pelê dara min
Dur dur diçî yara min
De lê de lê…
Listen

9. Zarok

Zarokin sengenazin
Cîhanê astî xwazin
Kulîlkê nava cerganin
Rewsana hemû malanin
Xweskokin bê gunehin
Bi miletan re her digihin
Nîsana tenahiyê ne
Pel û tengên ronahiyê ne
Me ji singê dayika nekin
Nehêlin me ji wan dûr nekin
Jîna xwe bi gorê wekin
Da pasrojê peyde bikin
Bijît zarokên cîhanê
Hemî renga li vê jiyanê
Listen

10. Çaçanê

Ax lê yeman çaçanê
Dex lê yeman çaçanê
Çaçanê te go nezanim
Delalê te go nezanim
Tu sêrînê tu serbetê
Dûrba dilê min bi te ketê
Min tu dî bû li ser bîrê
Av kisandî bi zincîrê
Zincîr qut bê kete bîrê
Ax lê yeman çaçanê
Dex lê yeman çaçane
Listen

Categories: Albums

Comments are closed.

Sponsors

  • Cheap reliable web hosting from WebHostingHub.com.
  • Artist & Media Management
  • Website and logo design contests at DesignContest.com.
  • Reviews of the best cheap web hosting providers at WebHostingRating.com.