1. Xatûn

Tu xatûna li ser textî
Tu çiçeka her wextî.
Tu yî yara min hezkir
Cejin û seryan, bihusitî
Ji bîr nabe, wele, bile ji bîr nabe.
Ji wan pirsên te yên gelek
Sas mam ji xwe re evdal mame.
Kûr fikirîm çi bêjim
Ey xayîn zalim felek.
Dawa dil li min neke
Pirsan gelek ji min nake.
Ne bê ev çi xelet e
Ji vê hêviyê dûr neke
Ji bîr nabe, ji bir nabe
Wele bile ji bir nabe.
Listen

2. Zînê

Hatî xewena min
Gula min hezkir
Çav bi hêstir bû
Ji min gazin kir
Ev dilê min te çima birîn kir
Sevatarî ji ba min bar kir.
Zînê zanaibî ez bêbext im
Zînê rewsa tu tê de serwext im
Zînê, Zînê ez jî wekî te bindest im
Zînê tac û seray, eywan û text im.
Ew gula ku av dabû bijîn
Îro ketiye destê bêbext û derewîn
S bibin hero lêvên hingivîn
Zînê zanibî ez bebext im
Zînê rewsa tu tê de serwext im
Zînê, Zînê ez jî wekî te bindest im
Zînê tac û seray, eywan û text im.
Gulê zanibî tenê tu yar î
Soza min be li vê dinyaye
Heke ez bimrim li vê gora tarî
Dîsa dibêjim gulê tu yar î.
Zînê zanaibî ez bêbext im
Zînê rewsa tu tê de serwext im
Zînê, Zînê ez jî wekî te bindest im
Zînê tac û seray, eywan û text im.
Listen

3. Dêrsîm

Dêrsim welatê ma yo
Welatê saervana no
Welatê wes û rindo
Welatê me kurmancî yo.
Serê koyê mizgîni yo
Welatê ma kirmancî yo
Seyîd Rizo, seyîdê ma yo
Rebere welatê ma yo
Dêrsim welatê ma yo
Palo welatê ma yo
Welatê saervana no
Welatê wes û rindo
Welatê me kirdasî yo
Serê koyê Qerejdaxo
Sêx Seîd sêxê ma yo
Reberê welatê ma yo
Dêrsim welatê ma yo
Palo welatê ma yo
Welatê saervana no
Welatê wes û rindo
Listen

4. Nexta Nazê

Çetokî rind bû
Ji takî bilind bû
Eyar ku ji gund bû.
Dil ket keça reîsan
Bi çend sewt nazan
Di mal de dixwaza
Di cem de raza
Çeto mesî çû cem.
Li ber perê avê
Çeto dil da tavê
Neçu çû ji wê navê.
Xwêdaneke zemzamî
Pîran ku heste mal im.
Seva got bê halim
Dilê kirk û kalim
Gihîst berdala.
Çeto jî wê gave
Dil xiste nav hingavê
Çima na ez wî navêm
Erê weke rastan.
Lewend û hem mêr im
Ji malekî têr im
Di kar de ez zêrim
Xwedî îs û qelem.
Çeto çeto çeto
Bo çi naz nabînim
Germa vê havînê
Çima min diksînî
Dilekî cehenem
Derbas bûn sê îd
Bêhis û bê dengî
Nû nameke navgîn
Ji nû ve kire yeksem.
Çeto çeto çeto.
Ma ezê wê dil derxim
Xavariya vê çerxê
Divê law li ber xim.
Keça reîzê nezan
Li malê deilxwaza
Çeto çeto çeto.
Ji dil nazê dixwest
Çeto nediviya dest
Naz berê xwe guhest
Bê keser û bê xem.
Listen

5. Bêje

Ka de rabe ji mêj ve min bêriya te kiriye
Ka de rabe ji mêj ve min ji te hez kiriye.
De rabe bêje bêje
Rast be jî bêje, derew be jî bêje.
Tenê bêje bêje
Min ji te hez kiriye.
Çima hesrata dila emê niha vesêrin
Çima li sûna sêra wê niha kund biçêrin.
De bêje bêje rast bêje
Tenê bêje bêje bêje.
Derew be jî bêje, rast be jî bêje
Min ji te hezkiriye.
Listen

6. Hêy Hêy

Hêy Hêy kêfa min gelekî ji te re tê
Gava baran hêdî hêdî dibare.
Agir di dilê min de sar dibe
Havîn di dilê min ges dibe.
Hêy Hêy kêfa min gelekî ji te re tê
Gava baran hêdî hêdî dibare.
Agir di dilê min de ges dibe
Havîn di dilê min ges dibe.
Dikim nakim nêzîkî te nabim
Ez bi te difkirim
Wexta ku ez siyar bim.
Ma ev hal e êdî bi te re
Ma ne bes e êdî ji me re
Me ne bes e, ma ne bes e.
Dikim nakim nêzîkî te nabim
Ez bi te difkirim
Wexta ku ez siyar bim.
Hêy Hêy kêfa min gelekî ji te re tê
Gava baran hêdî hêdî dibare.
Agir di dilê min de sar dibe
Havîn di dilê min ges dibe.
Listen

7. Zilan

Silavên germ li te
ey hevala Zilan
te canê îro hilweşand
ji bo kurdistan

dengê te gihişta
ezmanê heftan
ne tenê li nav gelên kurdistan
belê li nav hemû gelên cihan

Listen

8.Dest

Ez asiq im evîndar im
Li vê dinyayê ez neçar im
Destê min bigre û bernede
Ji dilê tu ji min re bêje
Ez ya te me tu yê min î
Ta mirinê emê bi hev re bin.
De carakê were cem min
Xwe bihejîne li pêsiya min
Destê min bigre û bernede
Ji dilê tu ji min re bêje
Ez ya te me tu yê min î
Ta mirinê emê bi hev re bin.
Ez asiqê çavê te me
Çi bikim ez miriyê te me
Destê min bigre û bernede
Ji dilê tu ji min re bêje
Ez ya te me tu yê min î
Ta mirinê emê bi hev re bin.
Listen

9. Bilûra Min

Bilûra min a serîn
Tu di sariya sibehê
Û hingûra êvarê de
Hevalê bêhevalan.
Destbrayê sivan û dilketiyan î.
Dengê te
Hestirên dilên xemgîran,
Silava ji hev-veqetiyan,
Girîn û zarîna diketiyan
Tîne bîra min
Bilûra min, tu î,
Xemrevîna têrkeserên dinyayê!
Dengê Bilûra min,
Çiya û zozanên bilind,
Kaniyên bi gul û rîhan dorgirtî,
Guhê sikeft û serê zinaran
Guhdarên te ne!
Û sura bayê xerbi,
Te di nav pelê darê de digerîne.
Bilûra min, were em ê
Bi wî çiyayê bilind re
Bi hewa Kevin,
Û bibin cîranê bayên xurt
Û hevalê kim tên wan
Yên bi mij û dûman,
Û tê de dengê xwe berdin,
Û zarîna dengê me
Bikeve nav kortal û geliyan
Û bêcaniya erdên jêrîn
Bihejîne;
Û pêlên ava heftreng
Ên xemzebaz
Nalîna me bigehîne
Desta sirûç û Diyarbekirê;
Û beriya mêrxasên berazan;
Û kalîna berxan,
Tev sehîna hespan
Li me vegerînin.
Bilûra min, binêre û bibihîse!
Roj çû ava,
Stêra êvarê bû ges,
Kolosên çiyan ên gewr
Û hewraniyên wan ên sor û zêrîn
Bûne çûn;
Û pêlên ava sevê yên res
Ketine dest û newalan,
Heta rûyê gir û kepezan.
Di qweaca de
Kevir piyê sevgera dixapînin,
Û bêdengiya sevê de
Pêjna lingên mêrxasan tên
Bilûra min,
Dengê xwe berde!
Dinya, mîna zarokekî bersir,
Ket dergûsa xwe;
Dengê xwe berde, bilûra min,
Û jê re bilorîne,
Xema wê birevîne,
Bilûra min tu î.
Xemrevîna terkeserên dinyayê;
Û li rojhelatî
Dema ko dinya hisyar dibe
Ji xwe radibe
Ji me re
Strana azadî û serbestiya
Kurdistanê
Binehwirîne
Û dengê wê stranê, bila,
Mîna tîrêjên rojê yên pak û zêrîn
Bikeve nav dil û guhên me.
Bilûra min
Tu î xemrevîna dilketîyên welêt.
Listen

Categories: Albums

3 Responses so far.

  1. Radyo Bakur says:

    Sipas ji bo xebate we. Ew siteya fermi ya Ciwan Haco’ye ne usa? serkeftin dixwazim ji wera…

  2. dana says:

    dast xoshi la hunarmanidi kurd u kurdistan dekem hiwadarm herkawtubu.ich habe eine frage;wo kann ich DC biluramin kaufen .ich hoffe, dass ciwan haco immer für kurd u kurdistan und kaltur kurdi hier ist. l g

  3. Haval A says:

    The best of the Kurdish music… Ciwan, you are an icon in the Kurdish history, and an icon it self in my history.

    Love to see you soon next summer in Europe.

    Tu cave meni

    Haval

Sponsors

  • Cheap reliable web hosting from WebHostingHub.com.
  • Artist & Media Management
  • Website and logo design contests at DesignContest.com.
  • Reviews of the best cheap web hosting providers at WebHostingRating.com.